19 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2016
ANKARA
Di hefteya 3yemîn a Lîga Şampiyonan a UEFAyê da tîma Beşîktaş a nûnerê Tirkiyeyê ku di Koma Byê da ye wê îşev bibe mêvanê Napoliya tîma Îtalyayê.
Beşîktaş di pêşbirka xwe ya ewil a komê da bi Benfîcayê ra 1-1 beramber mabû û li mala xwe bi Dînamo Kîevê ra jî bi heman skorê va pêşbirk qedand.
Nûnerê Tirkiyeyê tîma reş û spî dixwaze ku li hemberî Napoliyê serfiraziya xwe ya ewil a di komê da bi dest bixe û li hemberî tîmên Îtalyayê jî wê bêsiûdiya xwe ji holê rake.
Pêşbirka di navbera Napolî û Beşîktaşê da wê li Stada San Paoloyê bi saeta Tirkiyeyê di 21.45an da dest pê bike. Hakemiyê pêşbirkê jî ji Federasyona Fitbolê ya Rusyayê Sergeî Karasev wê bike, Anton Averîanov û Tîkhon Kalugîn jî wê alîkariya wî bikin.