27 Îlon 2016•Rojanekirin: 28 Îlon 2016
BATMAN
Ertug Şevket Aksoyê Alîkarê Walî yê ku bi Biryarnameya Hikmê Qanûnê da ji bo Serokatiya Şaredariya Batmanê hat wezîfedarkirin wiha got: "Piştî ku min dest bi wezîfeyê kir ez gelek hatim pîrozkirin. Ev jî nîşan dide ku xelkê Batmanê xizmeta şaredariyê ya baş dixwaze."
Aksoyê ku li meqama xwe daxuyanî da diyar kir ku piraniya gel kêfxweş e.
- "Em ê vî bajarî bi gelê xwe ra îdare bikin"
Aksoy diyar kir ku wê bi gel ra bajêr îdare bike û wiha got: "Em ê vî bajarî bi gelê xwe ra îdare bikin. Em ê guh bidin pêşniyaz û giliyên wan."
- "Ez ê yeko yeko bi daxwaz û giliyên gel ra eleqedar bibim"
Aksoy diyar kir ku wê di vê mijarê da yekeyek ava bikin û wê daxwaz û giliyên gel guhdarî bikin û bigihînin ciyên eleqedar.
Aksoy destnîşan kir ku gel dikare rasterast jî xwe bigihînin wî û wiha xeberda: "Heger xelk bibînin ku di şaredariyê da kar rast nameşin û rast nayên kirin, dikarin xwe bigihînin şexsê min. "Ez ê yeko yeko bi daxwaz û giliyên gel ra eleqedar bibim."
- "Karên îhale û çêkirinê wê bi baldarî bên kirin"
Aksoy diyar kir ku wê bi baldarî li ser karên îhale û çêkirin û avakirinê bisekinin û got ku wê şaredarî di vê mijarê da guh bide gilîdariyan.
Aksoy diyar kir ku gelek welatî ji şaredariyê gazinan dikin û wiha axivî:
"Bi taybetî gazinên li ser îmar û îhaleyan ewê bên lêkolînkirin. Heke beriya îro şaşî hatibin kirin her kesê li gor hiqûqê hesabê xwe bide. Lewra pereyê ku li vê derê hatiye xerckirin perê gel e. Heqê tu kesî tune ku vî pereyî zayî bike. Emê ji îro şûnda destûrê nedin ku tu kes bêusiliyê bike. Min ev ji hemû hevaln xwe yên kar ra got."
Aksoy got hewl didin ku çavkaniyan bi çalak, ber û bereket xerc bikin û teserufê bikin.
Aksoy got polîtîkaya wan ew e ku çavkaniyan raste rast bidin xizmeta gel, tevdîran bigrin ku tu kes wesayîtên dewletê ji bo karên xwe yên taybet bi kar neynin.
Aksoy wiha axivî: "Em dixwazin ku çavkaniyên ku ji teserufê bên bidestxistin û çavkaniyên ku ji saziyên din, wezaret û şaredariyên din bên va têxin yek û bidin xizmeta gel. Ez ji nika va mizginiyê didim gel, ew ê di xizmetên şaredariyê da guherîneke baş bibînin."
- "Emê mesrefên xwe bi eşkere û zelalî bikin"
Aksoy bal kişand ser giringiya ber û bereketa xebatên şaredariyê û diyar kir ku ewê xizmeta rind û biqalîte li gor hewcedariya siyasî na li gor daxwaza gel bidin, şert û mercên îhaleyan li gor vê amade bikin.
Aksoy bi bîr xist ku ji bo şaredariyê amadehiyên malpereke teze dikin û wiha got: "Emê mesrefên xwe bi eşkere û zelalî bikin. Welatiyên me dema ku têkevin malpera şaredariyê ewê bibînin ku bi çiqas pereyî çi hatiye kirin. Em mecbûr in ku teserufê bikin. Şaredariya me şaredariyeke piçûk nîne, 300 milyon lire budçeya me heye. Ji sedî 20 teseruf ji bo veberhênanan çavkaniyeke mezin e."
Aksoy destnîşan kir ku li Batmanê ciyên hêşin zehf kêm in û hewce bi ciyên hêşin heye.