29 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2018
ANKARA
Hat ragihandin ku di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da bi destê Artêşa Tirkiyeyê 597 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hat bibîrxistin ku "Operasyona Çiqlê Zeytûnê" ya ku Artêşa Tirkiyeyê li hidûd û herêmê ji bo ewlekarî û îstiqrarê, li herêma Efrînê jî ji bo berterefkirina terorîstên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞî û herwisa ji bo ku xelkê herêmê yê dost û bira ji zilm û zordestiya rêxistinên terorê xelas bike, 20ê rêbendanê roja şemiyê di saet 17.00an da dabû destpêkirin, berdewam e.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku operasyon di çarçoveya mafên Tirkiyeyê yên ku xwe dispêrin hiqûqa navneteweyî, biryarên Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî yên ji bo têkoşîna dijî terorê û madeya 51emîn a peymana Neteweyên Yekbûyî ya mafê xweparastina rewa li ser esasê rêzgirtin li yekpareyiya xaka Sûriyeyê hat lidarxistin. Herwiha hat diyarkirin ku di plan û cîbicîanîna operasyonê da bi tenê terorîst û baregeh, stargeh, çeper, çek û muhîmatên wan armanc in û herwiha ji bo ku zirar negihîje sivîl û bêgunehan her cure hesasiyet tê nîşandan.
Di daxuyaniyê da der barê operasyonê da ev agahî hatin dayîn:
"Di hemleya asîmanî ya Hêzên Asîmanî ya ku seranserê şevê hat lidarxistin da 44 hedefên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞê yên ku wekî stargeh, cebilxane û kozik dihatin emilandin, hatine jinavbirin. 25 balafirên ku beşdarî hemleyê bûn bi silametî vegeriyan baregehên xwe. 4 mensûbên Artêşa Sûriyeya Azad birîndar bûne ku birîna wan sivik e. Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin wergirtin, di hemleya bi şev da 40 mensûbên rêxistina terorê PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞê hatine berterefkirin. Ji destpêka operasyonê heta niha 597 terorîst hatine berterefkirin."
Di daxuyaniyê da herwiha bal hat kişandin ku Operasyona Çiqlê Zeytûnê bi awayê ku hatibû plankirin dewam dike.