Önder Beyter
29 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2018
ANKARA
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der heqê Parlementerê Şanliurfayê yê HDPyê Osman Baydemîr da ji ber daxuyaniyên wî yên der heqê Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Artêşa Tirkiyeyê li herêma Efrînê ya Sûriyeyê li dijî rêxistina terorê PYD/PKKyê dimeşîne da lêpirsîn da destpêkirin.
Di daxuyaniya Serdozgeriyê da hat ragihandin ku Baydemîr di 28ê rêbendanê da di daxuyaniya xwe ya ser Twitterê da Artêşa Tirkiyeyê ya ku li Efrînê li dijî PYD/PKKyê operasyonê dike, wekî "dagirker" pênase kir, piştevanên operasyonê piçûk xist, bangî NATOyê kir da ku midaxaleyî Tirkiyeyê bike, bangî gel kir da ku dakevin kolanan. Di daxuyaniya Serdozgeriyê da herwiha hat destnîşankirin ku ev daxuyaniyên Baydemîr dikevin çarçoveya sûcê "piçûkxistin û tehrîkirina gel ji bo kîn û dijminiyê", "piçûkxistina gelê tirk, dewleta Komara Tirkiyeyê, dem û dezgeh û organên dewletê" û "tehrîka şer li hemberî dewletê" û ji ber van sûcan der heqê wî da lêpirsîn hat destpêkirin.