07 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2016
VAN
Li Wanê ambulansa ku diçû jinika nexweş bîne û di berfê de asê ma, ji hêla tîmên şaredariyê û UMKEyê va hat xilaskirin.
Nurten Guç (53) a ku nexweşiya tansiyonê û şekir pê re heye û li taxa Yukari Bakraçliya navçeya Îpekyolu dijî nexweş ket. Malbata wê telefonê Servîsa Acil a 112an kirin ku wê bi ambulansê bibin nexweşxaneyê.
Lê ji ber ku ambulans li taxê di nav berfê de asê ma 3 xebatkarên tenduristiyê telefonê rayedaran kirin bên xilaskirin.
Greyderên Şaredariya Mezin û tîmên Xilaskirina Medîkal a Neteweyî (UMKE) çûn cihê ku ambulans lê ye. Piştî xebateke 3 saetan ambulans û xebatkarên tenduristiyê xilas kirin û Nurten Guç bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê.