Elif Orhan
27 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku Sererkan Orgeneral Hulusî Akar li ser telefonê bi Sererkanê DYAyê General Joseph Dunford re li ser telefonê axivî û jê di mijara îadekirina Fethullah Gulenê serokê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) piştgirî xwest.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bidestxistin piştî teşebûsa derbeyê ya FETO Sererkan Orgeneral Akar û Sererkanê DYAyê General Dunford du caran li ser telefonê axivîn.
Dunford di 16ê temûzê de piştî ku Orgeneral Akar ji Baregeha Asîmanî ya Akinciyê vegeriya ji bo ku jê re bibêje "derbasî be" telefonî wî kir lê negihaştê.
Akar ji ber ku rojev gelekî mijûl bû du roj pişt re ji bo ku spasiya hempîşeyê xwe yê DYAyî bike telefonî wî kir.
Di axaftina ewil a navborî de Serokê Sererkaniyê yê DYAyê Dunford gote Orgeneral Akar ku "derbasî be", pişt re jî da zanîn ji ber ku nekarîn cêyranê bidin baregehên asîmanî yên li Încirlîk û Diyarbekirê û nekarîn ku îqmala sotemeniyê bikin wek DYA aciz in.
Li ser vê yekê Serokê Sererkaniyê Orgeneral Akar mijarê ragihand Serokomar Recep Tayyîp Erdogan. Piştî kordînasyona bi yekîneyên hewcedar di 22yê temûzê saet 09.10an de pirsgirêkên navborî hatin çareserkirin.
Akar pişt re cara duyem bi hempîşeyê xwe yê DYAyî re li ser telefonê axivî. Dunford di axaftinê de ji ber ku mijar ev qas lez hat çareserkirin spasiyên xwe pêşkêş kir.
Li ser vê yekê Orgeneral Akar piştgirî xwest û daxwaza îadekirina Fethullah Gulenê serokê FETOyê yê kir.