E.O
27 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi serokên dixwazin ku dijî teşebûsa derbeyê ya 15ê temûzê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) qala piştgiriya xwe ya ji bo Tirkiyeyê bikin re li ser telefonê axivî.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokomariyê hatin bidestxistin Serokomar Erdogan îro bi rêzê ve Serokê Konseya Serokomariyê ya Bosna Hersekê Bakîr Îzzetbegovîç, Qralê Bahreynê Hamed bin Îsa bin Xelîfe û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-mun re li ser telefonê axivî.
Hat diyarkirin ku serokên ku telefonî Serokomar Erdogan kirin destnîşan kirin ku dijî teşebûsa derbeyê ne, li Tirkiyeyê piştgirî didine hikûmeta hilbijartî û di vê mijarê de bi gelê tirk re di nav piştevaniyeke tam de ne.
Dan zanîn ku di axaftinê de serokan ji bo kesên ku di encama gulebarana derbekaran û di dema berxwedanê de mirin sersaxiyên xwe ragihandin.
Hat ragihandin ku Raşîd Xennuşî Serokê Tevgera Nehdayê ya li Tûnisê jî di heman çarçoveyê de telefonî Erdogan kir.