01 Nîsan 2017•Rojanekirin: 02 Nîsan 2017
ANKARA
Di kordînasyona Serokatiya Daîreya Dijî Hişbirê ya Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê da bi beşdariya 5 hezar û 500 personelî li tevahiya welêt do operasyonên hevbeş hatin kirin û di operasyonan da 414 kesên der barê wan da biryara hepsê heye hatin qefaltin.
Di operasyonan da lêgerîn hat kirin û 100 kîlogram esrar, 2 kîlo û 500 gram metamfetamîn,15 ecstasy, 51 heşîşa kok, 6 demançe, 8 qirme û 17 perçe berhemên dîrokî hatin qefaltin.