18 Hezîran 2017•Rojanekirin: 19 Hezîran 2017
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) li hundir û derveyê welêt operasyon bir ser rêxistina terorê. Di operasyonan da 16 terorîstên ku di nav wan de du terorîstên di lîsteya kesk û gewr de cih digrin jî hebûn, hatin berterefkirin.
Li gorî daxuyaniya TSKyê di serî de PKK/PYD ji bo rêxistinên teorê li welatê me zirarê nedin sivîlan, berterefkirina terorîstan, zêdekirina ewlehiya sînor, parastina can û malê welatiyan, di hundir û derveyê welêt, operasyon hatin kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li ser tespîta ku li bakurê Iraqê terorîst ji bo êrîşî herêmên baregeh û qerekolên sînor bikin, amadehiyê dikin, dijî rêxistina terorê operasyon hatin lidarxistin. Di operasyona hewayî ya li herêma Zapê de 6 endamên rêxistina terorê, di herekata hewayî ya dronên bi çek a li herêma Nîrva Seytûyê de jî 5 terorîst hatin berterefkirin.
Li Şenyaylaya navçeya Erziromê, 3 terorîstên ku ji wan du kes di lîsteyên kesk û gewr de cih digrin hebûn, hatin berterefkirin. Di şerê Şemdînliya navçeya Hekariyê terorîstek, li Liceya navçeya Diyarbekirê jî terorîstek di nava rojê de bi tevahî 16 terorîst hatin berterefkirin.
Her wiha li Perwariya Sêrtê jî 2 endamên rêxistina terorê teslîmî hêzên ewlehiyê bûn.