28 Gulan 2016•Rojanekirin: 29 Gulan 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku do bi 233 topên bahozê, 40 rokêtên pirlule û 4 tankan va êrîşî hedefên DAEŞa ku rokêt avêt 2 qereqolên li sînor û Elbeyliya navçeya Kilîsê kirin, teyareyên koalisyonê 11 caran êrîş birin ser kozikan.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hat diyarkirin ku DAEŞa rêxistina terorê do di saet 17.55an da ji aliyê Sûriyeyê 6 rokêt û top avête Yuksektepe û Şehît Yalçin Naneya qereqolên li sînor ên li Elbeyliya navçeya Kilîsê.
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê bi sîstema tesbîtkirina hedefan va ciyê ku jê top hatin avêtin tesbît kirin. Li ser vê di saet 18.00î da bi 233 topên bahozê, 40 rokêtên pirlule û 4 tankan va êrîşî hedefên DAEŞa rêxistina terorê kirin. Teyareyên koalisyonê 11 caran êrîş birin ser kozikan.
Hat ragihandin ku di êrîşan da 104 endamên DAEŞa rêxistina terorê hatin kuştin.
Wek mayîn 4 rokêtavêjên pirlule, topek û kozikeke hewanê û 7 avahiyên ku DAEŞê wekî baregeh bi kar dianî hatin îmhekirin.