Nihat Kavşut
27 Mijdar 2018•Rojanekirin: 27 Mijdar 2018
ANKARA/TBMM
Serokomar Erdogan: "Di meha Kanûnê da em ê seferberiyeke nû ya veberhênan û îstixdamê bidin destpêkirin û bi hêzdarî dest bi 2019an bikin."
"(Geşedanên li Rojhilatê Behra Sipî) Helwest û tevgera Yewnanistana ku piştgiriya hin dewletên Ewropayê distîne û Qibrîsa Başûr ku bi Yewnanistanê ra tevdigere beriya her tiştî ji bona xwe bûne gef û talûke."
"Kesên li ber pêla penaberan ji tirsê diricifin wexta mesele tê ser neft, xaz û ranta siyasî dibin şêr."
"Em ê firsendê nedin wan kesên hin mijarên navxweyî yên welatên li Behra Sipî wekî firsend dibînin û dixwazin bi neheqî li herêmê serdestiya aborî û siyasî ya xwe ava bikin."
"Ne li Rojhilatê Behra Sipî û ne jî li herêmên din em ê di mijara tezên xwe da tawîzan nedin."
"Em dixwazin Behra Reş bila bibe behra aştiyê. Em ji dostên xwe yên Ûris û Ukranî ra dubare dikin bila pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin"
"Hewla wan a ji bo bi 12 mîlan va Tirkiyeyê asê bihêlin ku li Behra Egeyê negere, di mijara Qibrisê da li heqê xwe negere berhewa ye. Em biryardar in ku heqê xwe yên ji hiqûqa navneteweyî û teamulan bi dest xistine bikar bînin û hedê kesên dibin asteng jî rayê wan bidin."
"Di heyama ku dinya di pencên tehdîdan da ye Rûsya û Ukraynayê ne li hemberî hev, li ba hev bibînin em ê menun bin."
"Li Sûriyeyê bi hinceta DEAŞê her kes li pey berjewendî û rantê ket, lê em digel rîskan daketin qadê û derbeya herî giran me lê xist."
"Rêxistina li serê Îslamê bûye belaya herî mezin me da çokvedan, lêbelê kesên dibêjin li dijî DEAŞê ne mixabin li dijî DEAŞê têkoşîneke piçûk jî nedan."
"Wek Tirkiye em soz didin ku em ê di nav çend mehan da bi temamî koka vê rêxistinê (DEAŞ) biqelînin."
"Li Sûriyeyê DEAŞ tune. Bi tenê di bin şiklê DEAŞê da çeteyên biçûk yên ku destûr hatiye dayîn ku ew hebûna xwe biparêzin û vî welatî û herêmê tevlihev bikin, hene."
"Tekane hedefa rêxistina terorê ya şaxa Sûriyeyê ya PKKyê welatê me ye. Li hember vê tehdîdê em êdî nikarin bêdeng bisekinin."
"Di hedefa me da terorîstên bi eşkeretî dijmintahiya welatê me dikin hene. Ji bo kesên dibêjin mitefîq in, hevkarê stratejîk in, dixwazin têkiliyên bi me ra qewîn bikin ev firsendeke mezin e. Heke ji pêşiya terorîstên welatê me xistina hedef vekişin em ê fehm bikin ku li cem Tirkiyeyê cî digrin, heke wisa nekin jî ji bo beqaya me çi lazim bike em ê wê bikin û bidomînin."