Haydar Şahin
27 Mijdar 2018•Rojanekirin: 28 Mijdar 2018
ERZURUM
Li bendê ne ku li Erzirom, Erzincan, Agirî, Qers û Îdira bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê berf bibare.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê, tê texmînkirin ku bi taybetî li Erziromê û ciyên bilind ên lê berf dibare ro hewayê ewrsayî be.
Bi şev li dorberê Erzirom Erzincanê, piştî nîvro jî li tevahiyê Agiriyê, Qers û rojavayê Îdirê carcaran berf ê bibare û dibe ku li hin ciyan şilî û şilope bibare.
Li herêmê germahiya hewayê ew ê li gor ya demsal be, bi şev û berdestê sibê mij bikeve û puk rabe.
Li herêmê ba yê ji aliyên başûr û başûrê rojavayê ra rabe.
Bi şev germahiya hewayê li Tûnceliyê 5, li Erzincanê 2, li Îdirê sifir, li Erzirom û Agiriyê di bin sifirê da 3, li Erdexanê di bin sifirê da 6 û li Qersê dibin sifirê da 8 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku di nav rojê da jî germahiya hewayê li Tûnceliyê 12, li Erzincanê 8, li Îdirê 6, li Qers, Agirî û Erdexanê 5 pile be.
Qalindahiya berfê li Ergana navenda xweşiqitandinê ya Erzincanê 23, li Sarîqamîşa navenda xweşiqitandinê navçeya Qersê 22, li Palandokena navenda xweşiqitandinê ya Erziromê 20, li Yalnizçama navenda xweşiqitandinê ya Erdexanê 3 santêm hat pîvandin.
Rayedaran ji welatiyan xwestin ku bira ji bo rewşa hewayê û tengasiyan baldar bibin û bê tevdîr dernekevin rê.