Elif Orhan
09 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2015
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî qebûl kir. Hevdîtina ku li Kulliyeya Serokomariyê ji çapemeniyê re girtî hat kirin bi qasî saetek û 10 deqîqe berdewam kir.
Li gor agahiyên ku ji serokomariyê hatin bidestxistin di hevdîtina li Kulliyeya Serokomariyê de hat destnîşankirin ku têkoşîna bi terorê re û hevkariya di vê mijarê de ji aliyê îstiqrara herêmê ve girîng e.
Erdogan qala biryardariya Tirkiyeyê ya di mijara DAEŞ û PKK jî di nav de têkoşîna bi hemû rêxistinên terorê re sekinî û qala piştgiriyên ku di mijara têkoşîna bi DAEŞê re de dan koalîsyona navneteweyî kir.
Di hevdîtina Erdogan û Barzanî da li ser ji bo teşwiq bikin ku tirkmen, kurd û ereb li herêmê di nav hevsengî û aştiyê de bijîn hesasiyet nîşan bidin digel vê yekê ji aliyê aramiya Iraqê ve divê ji helwestên ku pevçûnên mezhebî gur dikin dûr bisekinin.