27 Sibat 2016•Rojanekirin: 28 Sibat 2016
MARDÎN
Li Dêrîka navçeya Mêrdînê Sabahat Çetînkayaya Şaredar jî di nav de 4 kes hatin girtin.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn li navçeya Dêrikê ji bo ku mensûbên rêxistina PKK/KCKyê bên girtin, çalên ku mensûbên rêxistinê li kûçe û kolanan vekirin bên girtin, bergiriyên ku hatin danîn bên rakirin, madeyên teqemenî bên bidestxistin û îmhakirin, ewlehiya kolanan bê pêkanîn, nîzama kamûyê û ewlehiya can û malê mirovan bê pêkanîn operasyonên ku di 19ê sibatê de dan destpêkirin, berdewam dike.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di vê çarçoveyê de hat tespîtkirin ku di 22ê sibatê de rêxistina terorê ji bo ku ji xebatên "xweseriya qaşo" re bingehek ava bike di bûyerên terorê yên ku li tevahiya navçeyê dest pê kirin de makîneyên kar ên Şaredariya Dêrikê û derfetên şaredariyê di çarçoveya armancên rêxistinê û mensûbên wê de hat bikaranîn. Di encama fealiyetên ku Midûriya Şûbeya Têkoşîna bi Terorê re ya Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr û peywirdarên Amîriya Ewlehiyê ya Navçeya Dêrikê der barê sûcên 'endamtiya rêxistina terorê ya çekdar, xirakirina yekîtî û bihevrebûna welêt' dikirin de Şaredara Dêrikê Çetînkaya, hevseroka qaşo A.E, Arîkarê Şaredarê Dêrikê M.O, endamên meclisê Y.A, M.K û C.Pyê ku esnafî û wênekêşiyê dike hatin binçavkirin.
Di daxuyaniyê de dan zanîn ku piştî miameleyan Şaredar Çetînkaya û A.E û M.O ji ber "xirakirina yekîtî û bihevrebûna welêt", C.P jî ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" hatin girtin.
Dan zanîn ku li navçeyê di operasyonên ser rêxistina terorê de 17 bergirî hatin rakirin, 7 çal hatin girtin, 16 mekanîzmayên bombeyan ên ku hatine veşartin hatin îmhakirin û 7 terorîst hatin kuştin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dest danîn ser kepçeya Şaredariya Dêrikê ya hewl dida ku çal veke û hat gotin ku di êrîşên terorîstan de 5 peywirdarên ewlehiyê tehl bûn.
Di daxuyaniyê de hat qalkirin lu hêzên ewlehiyê di 73 malan de lêgerîn kirin û ev agahî hatin dayîn:
"Di lêgerînan de 240 kîlo mekanîzmaya teqemeniya bidestçêkirî ya ku di nav 4 bîdonên plastîk de hatiye veşartin, 2 roketavêj, 48 cebilxaneyên roketan, 44 motorên sewqkirina roketan, biksî, çekên lûledirêj, 14 çekên lûledirêj, gewdeya bombeyan, 3 bombeyên destan, 3 hezar 799 guleyên biksiyê, 11 hezar û 209 fîşeng, 9 şarjor, 12 qûndaqên çekên lûledirêj, 8 hêmanên girtina frekansan, melzemeyên ku di çêkirina bombeyan de tên bikaranîn û belgeyên rêxistinî hatin bidestxistin."
- 18 wesayît hatin xesbkirin
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku mensûbên rêxistina terorê ji bo dafik û bergiriyan 18 wesayît xesb kirin, 3 wesayît jî şewitandin û dan zanîn ku 17 wesayît bi operasyona ku hat kirin teslîmî xwediyên wan kirin, wesayîtek jî ji aliyê mensûbên rêxistinê ve wek bergirî hat bikaranîn ji ber wê jî ew qas zirar dîtiye ku nikarin bikarbînin.
Di daxuyaniyê de dan zanîn ku hêzên ewlehiyê ji bo peydakirina nîzama kamûyê û aramiya welatan dê bibiryardarî xebatên hewcedar berdewam bikin.