17 Tebax 2016•Rojanekirin: 17 Tebax 2016
ANKARA
Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Ahmet Arslan bû mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) û der barê rojevê da xeberda.
Arslan helwesta dewletên biyanî ya li dijî hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) rexne kir û wiha got: "Di ciyê ku alîkariya Tirkiyeyê bikin bêbextan diparêzin. Lê divê vê bizanibin ku Tirkiye dewleteke dekomratîk a hiqûqê ye. Di nav hiqûqê da wê edalet der barê bêbextan da biryar bide û em jî vê diparêzin."
Ahmet Arslan diyar kir ku hewla derbeyê ya FETOyê ku di 15ê tîrmehê da hat kirin di siyaseta Tirkiyeyê da encamên girîng derxist û wiha got: "Me dît ku partiyên siyasî û gel bi hev ra tevdigerin û ev tiştekî girîng e."
Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Arslan destnîşan kir ku nobetên demokrasiyê di 7ê tebaxê da bi mitîngeke ku 5 milyon kes beşdar bûn li Yenîkapiyê hat pîrozkirin.
Arslan diyar kir ku digel Ajansa Anadoluyê hemû çapemenî di 15ê tîrmehê da helwesteke girîng nîşan dan.
Ahmet Arslan der barê projeyên ku dewam dikin da wiha xeberda: "Projeyên me dewam dikin. Em dixwazin hemû projeyên xwe yên mezin di wextê wan da heta zûtir biqedînin, temam bikin. Bi saya vê Tirkiyeya ku mezin dibe wê bigihêje armancên xwe yên 2023yan û yên ku di peyra tên."
Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Ahmet Arslan der barê bihayê ku ji bo Pireya Yavuz Sultan Selim tê sitendin da wiha got: "Proje navneteweyî ye û loma jî dema derket îhaleyê li ser dolar da çêbû. Di 1ê rêbendanê da wê dolar esas were girtin û veguhere lireyê Tirkiyeyê. Gelê me li gor dolar derbas nabe, tenê li gor dolar tê hesabkirin. Vê gavê tirimbêl bi 9 lire û 90 qurişan û kamyon jî bi 21 lire û 39 qurişan dikarin derbas bibin. Ev heya dawiyê salê wê eynî be."
Ahmet Arslan der heqê Gara Haydarpaşayê da jî wiha got: "Gara Haydarpaşayê bi tirênên bilez wê xizmetê bide gelê Stenbolê û welatê me."