Nihat Kavşut
17 Tebax 2016•Rojanekirin: 17 Tebax 2016
TEKÎRDAG
Hat ragihandin ku li Ergeneya navçeya Tekîrdagê firokeyeke perwerdeyê ket xwarê. Di qezayê de pîlotê firokeyê û xwendekarek mir.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê wergirt, li Ergeneya navçeya Tekîrdagê li nêzîkî taxa Ahimehmetê firokeyeke perwerdeyê ji ber sedemeke nediyar ket xwarê.
Pîlotê firokeyê Yusuf Akşahîn û xwendekar Alper Oran mirin.
Hat diyarkirin ku firokeya ku tîpa wê CESNA ya û ya bi du motoran e ji Balafirgeha Çorluyê rê ketibû.
Tîmên agirvemirandinê agirê firokeyê vemirandin.