Li Tekîrdagê minîbês û tir li hev qelibîn, 5 kes mirin û 10 kes birîndar bûn
Tekirdağ
Li Tekîrdagê minîbês û tir li hev qelibîn, di encamê da 5 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.
Minîbêsa bi plakaya 59 KS 182 a ku ji Vîzeya navçeya Kirklareliyê ber bi Saraya navçeya Tekîrdagê va diçû li Xaçerêya Çaylayê ya Taxa Çukuryurtê bi tira bi plakaya 34 BGE 76 qelibî û welgeriya.
Li ser îxbarê gelek ekîbên cendirme, polês, tenduristî û ambulans şandin cihê qezayê.
Di qezayê da 5 kes mirin, 10 kes jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên li hawirdor.
Serdozgeriyên Komarê yên Saray û Çorluyê ji bo lêpirsîna der barê qezayê da 3 dozger peywirdar kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.