13 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2016
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê di operasyona dijî rêxistina terorê PKKyê da hejmara binçavkiriyan ku di navê da Şaredarê Bozovayê, alîkarê şaredar yên Wêranşar, Bozova, Xelfetî û Sirûcê jî hene, derket 196 kesan.
Li gorî agahiyê, ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê li ser talîmata Serdozgeriya Komarê ya Şanliurfayê di heman demê da operasyon birin ser adresên kesên ku di çarçoveya xebatên dijî PKKyê da der heqê wan da biryara girtinê hatibû derxistin.
Di operasyonên ku duhê dest pê kirin û îro jî berdewam in da Şaredarê Bozovayê Zeynel Taş û alîkara wî Fatma Dogan, Alîkara Şaredarê Wêranşarê Fîlîz Yilmaz, Alîkarê Şaredarê Xelfetiyê Heci Yilmaz, Alîkarê berê yê Şaredarê Sirûcê Halîl Akbaş, Huseyîn Ohaç û Serokê Parêzgehê yê DBPyê Celal Babacan jî di navê da 196 kes binçav kirin.
Di çarçoveya operasyonê da li avahiyên partiyê lêgerîn hat kirin û herwiha ekîban dest danîn ser hin dokumenan.
Miemeleya berşikên ku birin Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê berdewam e.