13 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2016
MARDÎN
Endama DBPyê ku li Qiziltepeya navçeya Mêrdînê di operasyona dijî alîgirên PKKya rêxistina terorê da hatibû binçavkirin hat girtin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, ji bo derdestkirina Hasîbe M. ya ku der heqê wê da biryara derdestkirinê hatibû dayîn û di operasyona 22ê mijdarê da fîrarî bû, operasyon dan destpêkirin.
Di operasyona ku ekîbên Amirtiya Buroya Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Navçê kirin da Hasîbe M. ya endama DBPyî hat binçavkirin.
Şikbar piştî karûbarên li ewlekariyê bi biryara dadgehê hat girtin.
Li Qiziltepeyê da di heman operasyona ku 22yê mijdarê da hat kirin da di ser 14 navnîşanan da girtibûn, ji 8 kesên ku hatibûn binçavkirin 6 kes hatibûn girtin, 2 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest hatibûn berdan.