Haydar Şahin
10 Tebax 2018•Rojanekirin: 10 Tebax 2018
ANKARA
Di çarçoveya lêpirsîna li ser sazîbûna di nav Artêşa Tirkiyeyê da ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) da ji 22 şikbarên der heqê wan da biryara derdestkirinê hat dayîn 11 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê sitand, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna li ser tesbîta ku dibêje endamên FETO/PDYyê yên di nav Artêşa Tirkiyeyê da bi têlefonên ankesor û kontur va bi hev ra têkilî danîne da ji bo 22 şikbaran biryara binçavkirinê da.
Di vê çarçoveyê da ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze ya Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê ji bo binçavkirina şikbaran ber destê sibê li Enqere, Eskîşehir, Sêwas, Bîlecik û Afyonqerehîsarê operasyona hemdem kirin.
Hat ragihandin ku di operasyonan da hetanî nika 11 kes hatin binçavkirin.
Hat destnîşankirin ku şikbar dema di artêşê da dixebitîn rutbeyên wan tegmen û ustegmen bûn.
Hat ragihandin ku 6 şikbar berê pîlot bûn, 3 şikbar jî di çarçoveya lêpirsînên din da hatine girtin.