Ekip
13 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2017
ANKARA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Em rojê bi rewşeke nû, êrîşeke nû û hemleyeke nû ra rû bi rû dibin. Ez hin êrîşan wekî dixwazin bala me û hêza me ji ser geşedanên li herêmê bidin alî dibînim. Kesên nekarîn bi FETO û PKKya rêxistina terorê Tirkiyeyê bikin tengasiyê niha jî rasterast ew bi xwe derketine meydanê."
Erdogan di axaftina xwe ya li Civîna Serokên Bajaran a AK Partiyê ya Berfireh a ku li Navenda Giştî ya AK Partiyê hat lidarxistin da got civîn ji bo welêt, milet û demokrasiyê bi xêr be.
Serokomar Erdogan bal kişand ku her roj bi rewş û êrîşeke teze û teqdîqeke nû ra rû bi rû dimînin û wiha axivî:
"Kesên ku ev bi salan e ji me ra dibêjin li dijî terorê têkoşîneke qasî têra xwe nadin nika bi rêxistinên terorê ra ketine milên hev da ku herêma me tenzîm bikin. Ewên ku li dinyayê di têkoşîna dijî terorê da ji xwe ra wek hedefa herî mezin DEAŞê nîşan didin, niha li dijî DEAŞê tevî rêxistinên terorê yên wek PYD û YPGê têkoşînê didin.
Îdlib bi sînorê me va ye. Loma jî dibê em tevdîrên xwe hildin. Kes nikare ji me ra bibêje 'Tu çima wiha dikî.' Bi Sûriyeyê ra 911 kîlomêtro sînorê me heye. Em her dem di bin gef û talûkeyê da ne. Kes nikare ji me ra bibêje 'Tu çima filan tiştî wiha dikî'.
Me gotibû 'Em ê şevekê nişkêva bên" û aha em hatin. Hûn dizanin hêzên me yên çekdar bi Arteşa Sûriyeyê ya Azad ra niha li Îdlibê dest bi operasyonê kirin."
- "Bila ew biçin cem Esed"
Erdogan der barê kesên ku ketine derdê hesaban û qala mirinan dikin da got, "Hişmendiya Kiliçdaroglu bi me ra tuneye, vê wiha bizanin. Tu derdê wan ê wiha tuneye. Bila ew biçin cem Esed, bi wî ra bila derdê xwe parve bikin, lê em cuda ne. Em bi kesên cahil yên ku dibêjin hesabê şehîden Îdlibê ez ê bidim, em bi wan kesan re naaxivin.
Alayeke me ya rengê xwe ji xwîna şehîdan girtiye, sembola hîvê ya tê meneya serxwebûnê û sitêrkên ciyê şehîdên me digirin heye. Bira kes ji xeynî vê ji bona tiştekî din zextê li me neke. Kesên dema dikevin tengasiyê û dibêjin 'Ev alaya me ye jî' bira me nexapînin. Em halê we yê berê dizanin. Di kongreyên we da Sirûda Neteweyî nedihat xwendin û ala cî nedigirt. Hûn derewan dikin. Hûn nikarin li vî welatî têkoşîna demokrasiyê bidin. Derdekî we yê ji bo azadiyê tuneye. Hûn tenê ji bona desthilatdariya nijadeke li vî welatî hewl didin. Em destûrê nadin, bira haya wê ji vê hebe."
- "Nemerd direvin, merd li ber xwe didin"
Serokomar Erdogan di axaftinê da bal kişand ser lîstikên ku li herêmê tên lîstin û nermerdiyên ku tên kirin û wiha pê da çû:
"Kesên ku nikarin Tirkiyeyê di mijarên siyasî, aborî, dîplomatîk, leşkerî, civakî da têxin çoka îro bi lîstikeke teze va derdikevin pêşiya me. Lêbelê em dibêjin çi, 'Nemerd direvin, merd li ber xwe didin'. Di ser da jî em nika bi tenê berxwedanê nadin û di asta parastinê da nînin, pîlanên lîstika xwe gav bi gav jî pêk tînin. Bi gotineke din em hem parastina xwe hêzdar dikin hem jî teeruzê îhmal nakin.
Di vê heyama zor da em wan kesên li cem me cih girtin ji bîr nakin û yên dixwazin me deverû li erdê xin jî ji bîr nakin. Helbet em dizanin ku têkiliyên di navbera welatan da li ser dostaniyeke teqez û yan jî li ser neyartiyeke teqez nayên avakirin. Tevlî vê em ji wê durûtiya hin dewletên li hemberî welatê me ku me ji wan ra digot hevalbend û di gelek platforman da jî ev dianî ziman, pir aciz in. Bi dek û dolab dema em rû bi rû ne ji me ra dikenin, her soz û temînatê didin me lê çawa li pişt me dizivirin lîstikên xwe yên xerab didomînin. Ser vê nayê girtin û êdî nayê veşartin. Êdî ev qulik pîne nabe."
- "Ev tesfiyekirin nîne"
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokomar Erdogan di mijara şaredarên ku hatin guhertin da jî wiha axivî: "Kesên ji şaredariyê dûr ketin helbet wê xebatên partiya me didomînin. Ev tesfiyekirin nîne, ev guherîneke wezîfeyê ye. Em nahêlin tu kes dijî şaredarên me yên ku wezîfeya xwe berdan biaxivin an tiştekî neyînî bibêjin. Bila qusirê nenihêrin lê em destûrê nadin van kesan. Tiştekî wiha çênabe. Em qadroyeke wiha ne, heta bazarê na, em ê heta mirinê bi hev ra bin.
Em wek AK Partî ji serok bigire heta muşahidê sandoqê bi hemû qadroyên xwe yên ku tevgereke hay ji berpirsyariyên xwe heye ji bo welatê xwe û gelê xwe xizmeta xwe didomînin. Gelo mimkun e ku mirov bibêje partiya muxalefetê ya sereke û yên bi devê wan xeberdidin jî bi berpirsyariyeke wiha tevdigerin, na mixabin. Bi rastî û ez ji dil dibêjim ku ev rewş berevajiyê vê ye. Mixabin di dinyayê da em xwediyê partiya muxalefeta sereke ya herî bêserûpê û herî dembihûrî ne. Ji serokê wan ê giştî bigire heta parlementerên wan, ji wan jî bigire heta şaredarên wan hemû qadroyên muxalefeta sereke li cem dewletên biyanî bigire heta rêxistinên terorê cih digirin. Bi tenê li cem gelê xwe û welatê xwe cih nagirin."
Serokomar Erdogan der barê helwesta Şaredarê Çeneqeleyê da got ku ev bêsiyanetiyeke mezin e û wiha axivî: "Şaredarê Çanakkaleyê bêsiyanetiyeke mezin kir. Dema xeberdanê da ji endameke jin ya meclisa şaredariyê ra dibêje 'dengê xwe bibire', 'derkeve derva' û 'nepeyive.' Qaşo xwedî li mafên jinan derdiketin. 18ê Adarê nêzik dibe, min telîmat daye şaredar wê di merasimên 18ê Adarê yên li Çanakkalayê da neaxive. Lewra failê bernameya li wir hikûmet û walî ye. Xeberdana wî ya li wir lutfek e. Lewra dijî kesên hatine hilbijartin bêsiyanetiyê kir û wê hesabê vê bide."
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokomar Erdogan ji bo rayeya mehrbirînê ya ku ew ê bidin miftiyan da jî got, "Hûn bixwazin jî nexwazin jî evê ji meclisê derbas bibe. Ev mehrbirîn wê bê qeydkirin. Esil ev wê mehrbirînên nefermî ji holê rake. Şerm nakin. Çi dibêjin. Dibêjin bi 'zarokatiyê didin zewicandin.' Dev jê berdin, tu eleqeyeke vê tuneye. Ev pêngav esil dê vê gotinê ji holê rake."