İbrahim Atmaca
12 Mijdar 2017•Rojanekirin: 13 Mijdar 2017
ÎSTANBUL
Li Stenbolê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da 32 biyanî hatin binçavkirin.
Ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Terorê ya Stenbolê ji bo girtina endamên rêxistina terorê li Bayrampaşa, Zeytînburnu, Başakşehîr, Esenyurt, Tuzla û Umraniyeyê li ser navnîşanên tesbîtkirî di heman demê da operasyon kirin.
Di operasyonê da 32 biyanî hatin girtin.
Hat gotin ku gumanbar li ser navê komên ku li herêmên şer ên Sûriyeyê alîgiriya DEAŞê dikin, dixebitîn û hat îdiakirin ku li Tirkiyeyê jî amadehiya çalakiyê dikirin.
Li emniyetê hildana îfadeya bersûcan dewam dike.