Fatih Gazioğlu
27 Sibat 2018•Rojanekirin: 27 Sibat 2018
ÎSTANBUL
Berfa ku li Edîrne û herêma Trakyayê dibare li Stenbolê jî dest pê kir.
Li Stenbolê ev demek bû hewa sar bûbû û niha jî li hin herêman pileya hewayê heta sifirê daket.
Li Stenbolê hewa ewrayî ye û li navçeya Kagithane, Beşîktaş, Başakşehir, Çatalca, Beykoz, Çekmekoy û Zeytînburnuyê berf dibare.
Li navçeya Kadikoy û Uskudarê jî ber û baran bi hev ra dibare.