14 Tebax 2016•Rojanekirin: 14 Tebax 2016
ANKARA
Li Enqereyê di operasyona dijî basikê ciwanan ê rêxistina terorê PKKyê da tevî berpirsên payebilind 10 kes hatin binçavkirin.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên emniyetê hat wergirtin, îxbar hat standin ku rêxistina terorê PKK seba ku kaos derxe, di 15ê tebaxê da, ku dîroka salvegera çalakiyên wê yên çekdarî ye, li dijî dem û dezgeh û welatiyan amadekariya çalakiyan dike.
Di operasyonên hevdem ên ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariyê yên ku serê sibê pêk hatin da F.Y, M.N.A, O.H.K, S.E, F.E, H.G, Y.K, Ş.G. û M.A, S.A. ku hat tespîtkirin endamên basikê ciwanan ê rêxistina terorê ne û amadekariya çalakiyê dikin, hatin binçavkirin. Eşkere bû ku hin ji berşikan, berpirsên pilebilind ên basikê ciwanan in.
Di lêgerîna îkametgaha berşikan da demançeyek, şarjor û fîşengên wê, 3 kêr, bivirek, gelek materyalên dîjîtal û dokûmentên rêxistinî hatin qefaltin.
Hat gotin ku operasyonên dijî rêxistina terorê berdewam in.