Sevim Hatun
08 Hezîran 2017•Rojanekirin: 08 Hezîran 2017
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorî de terorîstek tevî hevkarekî xwe ve hatin qefaltin.
Walîtiyê daxuyand ku "Operasyona Cendirmeyê Şehîd Yuzbaşi Fuat Oguzcan" ku li qadeke hezar û 528 kîlometreqereyî di 28 gulanê saet 22.00an de hatibû destpêkirin dewam dike.
Di çarçoveya operasyonê de duh terorîstek bi çek tevî hevkarekî xwe hatin binçavkirin.
Herwiha minîbuseke ku rêxistina terorê bi kar dianî, çeka lûledirêj, 5 şarjor, 155 fişek, 2 bombeyên destan, bêtêleke mezin, têlefona destan, 3 çenteyên piştê, 6 "seriyên tolê" yên bi qumandayê ji dûr ve têne şixulandin, 2 sîstemên agirkirinê û qumendayê wan, qumandeya destan ya elektronîk, 200 gram teqemeniya plastîk, cil û bergên terorîstan û gelek melzemeyên din hatin desteserkirin.