08 Hezîran 2017•Rojanekirin: 15 Hezîran 2017
ANKARA
"Pêşangeha Ke'beya Şerîf û Mescida Nebewî" ya bi destê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê li Altınparkê hat vekirin eleqeyeke mezin dibîne.
Di daxuyaniya nivîskî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê da hat diyarkirin ku li Altinparkê qadeke fitarê ya ji bo 5 hezar kesî heye û wiha hat gotin: "Bi hezaran welatiyên li vir fitara xwe vedikin peyra li Pêşangeha Ke'beya Şerîf û Mescida Nebewî digerin."
Hat diyarkirin di pêşangehê da cawên xêliya Ke'beya Şerif û qebrên li Medîneya Munewwer yên di heyama Dewleta Osmanî da û berhemên hunera tezhibê tên nîşandan.
Pêşangeh wê heta 21ê hezîranê vekirî be.