08 Nîsan 2017•Rojanekirin: 08 Nîsan 2017
DIYARBAKIR
Li Liceya navçeya Diyarbekirê di 12 baregeh û sitargehekê da 2 M-16, 28 keleş, 605 cebilxaneyên çekên gulebaranê, 11 hezar û 192 fişeng û 792 kîlogram hişbir hat dîtin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê li başûrê Liceyê li dijî rêxistina terorê operasyonê dest pê kir. Hat destnîşankirin operasyona li dijî serkirdeyên rêxistina terorê, alîgir, cebilxane û hişbirê 5ê nîsanê saet 22.00an da dan dest pê kirin û 7ê nîsanê bi serkeftî hat temamkirin.
Hat diyarkirin di operasyonê da 2 M-16, 28 keleş, 605 cebilxaneyên çekên gulebaranê, 11 hezar û 192 fişeng û 792 kîlogram hişbir hat dîtin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku li 42 malên li 3 gund û gomên navçeyê geriyan, di lêgerînê da 12 sitargehên û kozikên terorîstan hatin tesbîtkirin û îmhekirin, 22 bombeyên ku bi hezar û 80 qiram teqemenî û toza alemînyonê hatine çêkirin, tupa oksijenê û 25 tûpên mezin hatin îmhekirin.
Hat destnîşankirin ku di kontrolên xebatkarên Midûriyeta Ewlekariya Bajêr da 268 wesayît hatin kontrolkirin û lêpirsîna 752 kesan hat kirin û kesekî ku lê digeriyan hat girtin, teblîxata leşkeriyê dan 14 kesan û serbest berdan, 2 motorên avê yên ku pê zeviyên hişbirê dihatin avdan, 648 kîlo hişbira toz, 144 kîlo hişbira hûr bi tevahî 792 kîlo hişbir hat girtin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku li gor telîmata dozgerê komarê xurek, amûrên jiyanê û kincên ku hatin dîtin îmhe kirin û her wiha sîlah, cebilxane û hişbir hildan mihefezeyê.