Abdullah Tel
09 Sibat 2019•Rojanekirin: 10 Sibat 2019
ÎSTANBUL
Li Kartalê ji ber hilweşîna avahiyê 9 ferdên malbata Alemdar can dan û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî beşdarî nimêja cinazeyê wan bû.
Li Taxa Orhantepeyê di Kuçeya Semayê da Avahiya Yeşîlyurtê ya ku hilweşiya 9 jê ji heman malbatê heta niha bo 17 kesan bo gor.
Ji bo 9 ferdên malbata Alemdar piştî nimêja nîvrojê li Mizgefta Şehîdên 15ê Temûzê ya ku li perava Pendîkê bû nimêja cinaze hat kirin.

Serokomar Recep Tyyîp Erdoganê ku ewilî çû Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Kartal Dr. Lutfî Kirdar birîndaran ziyaret kir û paşê jî derbasî mizgeftê bû.
Serokomar Erdogan li mizgeftê sersaxî da xizmên Gokay Alemdar (22), Mustafa Alemdar (48), Saîme Alemdar (89), Ecrîn Naz Alemdar (11), Erdogan Alemdar (52), Eslem Alemdar (19), Safiye Alemdar (70), Safiye Alemdar (45) û Ayşe Alemdara (46) ku di bûyerê da mirin.

Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş nimêja cinzeyan da kirin û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak, Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum, Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Pîşe û Teknolojiyê Mustafa Varank, Serokê Ragihandinê ya Serokomariyê Prof. Dr. Fahrettîn Altun, Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Mevlut Uysal û gelek kesên din û Halîl Îbrahîm Alemdarê ku ji bin xopanê hat derxistin li pey Erbaş nimêja cinaze kirin.

"Lazim e em jî ji vê para xwe hildin"
Serokomar Erdogan jî piştî nimêjê axivî û ji bo jin û mêrên wefat kirin dia kir û got: "Niha van kesên li ser kevirê teneşîrê ne şîretekê li me dikin. Lazim e em jî ji vê para xwe hildin. Gavên xwe li gor vê biavêjin. Ez hevî dikim ku me şîreta hewce dike ji vê derê hildabe û pêşerojê jî li gor wê tayîn û eşkere bikin."
Cinazeyên ferdên malbata Almedar piştî axaftina Serokomar Erdogan ji bo definkirinê birin Goristana Pendîk Yenî Şeyhliyê.