Muhammet Kurşun
08 Hezîran 2018•Rojanekirin: 09 Hezîran 2018
ÎSTANBUL
Dîrektorê Tibbî yê Nexweşxaneya Florence Nightingale Dr. Ozgur Şamilgil ragihand ku Avaker û Serokê Lijneya Rêveberiya Holdinga Demirorenê Erdogan Demiroren mir.

Şamilgil, civîna çapemeniyê saz kir û got Demiroren seet 11.53an de koça dawî kiriye.
Karsaz Demiroren, xwediyê Demiroren Holdingê bû ku berî çendakî Dogan Medya stendibû.
Serokomar Erdogan ji ber wefata Erdogan Demiroren bi têlefonê li malbata Demiroren geriya û serxweşî da.