24 Îlon 2017•Rojanekirin: 24 Îlon 2017
ANKARA
Di hemleya asîmanî ya Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) ya dijî herêma Garaya li bakurê Iraqê da kozik, stargeh û depoyên muhîmatan ên rêxistina terorê PKKyê hatin jinavbirin.
Li gorî daxuyaniya Sererkaniyê, TSK êrîşên xwe yên dijî kampên rêxistina terorê ya cudaxwaz ên li bakurê Iraqê didomîne.
Firokeyên şer ên Fermandariya Hêzên Asîmanî duhê li dijî kampên PKKyê yên herêma Garaya li bakurê Iraqê hemleyeke asîmanî li dar xistin.
Firokeyên şer kozik, stargeh û depoyên muhîmatan ên terorîstên ku hat tespîtkirin, amadekariya êrîşê dikirin, ji navê birin.