İbrahim Atmaca
31 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2017
ANKARA
Serokomar Erdogan: "Me sala çûyî bi cîhana me ya kar ra seferberiya îstixdamê da destpêkirin û me biryar da ku ev seferberî wê îsal zêde bibe. Heta ku bêkarî bi temamî ji rojeva welatê me derkeve înşeallah em ê van xebatan bidomînin."
Serokomar Erdogan: "Sala pêşiya me em dizanin ku him li derveyî welêt him li welêt dîsa geşedanên pir girîng li benda me ne. Ji bo ku em welatê xwe xurt bikin, em ê wek dewlet-millet hevakariyê bikin û ji bo tengasiyên ku wê derkevin pêşiya me, em ê şev û roj xebata xwe bidomînin."
Serokomar Erdogan: "Di sala 2017an da FETO û PKK di serî da di têkoşîna dijî rêxistinên terorê da me gevên pir girîng avêtin û bi taybetî jî di warê aboriyê da em bi êrîşên cidî ra rûbirû bûn. Hemd ji Xwedê ra bi feraseta gelê me, bi dîrayeta hikûmeta me û bi alîkariya dostên me va me ev êrîş hemû têk birin."
Serokomar Erdogan: "Hilbijartinên herêmî yên ku di adara 2019an de çêbibin û hilbîjartînên serokomariyê û yên parlamenteran yên ku di meha mijdarê de çêbibin ji bo dahatûya welatê me pir girîng in. Ez ji hemû welatiyên me dixwazim ku bila ew kadroyên ji bo dahatûya gelê me hedefên wan, kelecana wan û projeyên wan hene xwedî derkevin, rê nîşanî wan bidin. Di vê pêvajoyê de li hember navtêdanan û fîtkirinan divê em hişyar bin, divê tu caran em destûrê nedin yên ku dixwazin me berî hevdu bidin ."
Serokomar Erdogan: "Meseleya Qudsê ji bo welatê me, ji bo herêma me û ji bo hemû misilman û mezlûmên li çarheqalê dinyayê bûye mîna azmûneke bû. Gava ku Amerîkayê avêt ji xeynî Îsraîlê li tu welatî reng venedaye, bereksê wê bûye wesîleya xêrê ku Qudis wekî paytexta Filistînê bê ragihandin. Ji ber sekna wan a çik û helwesta wan a samîmî ya di vê mijarê da ez spasiya hemû gelê xwe dikim."