31 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Di sala 2017an da FETO û PKK di serî da di têkoşîna dijî rêxistinên terorê da me gevên pir girîng avêtin û bi taybetî jî di warê aboriyê da em bi êrîşên cidî ra rûbirû bûn. Hemd ji Xwedê ra bi feraseta gelê me, bi dîrayeta hikûmeta me û bi alîkariya dostên me va me ev êrîş hemû têk birin."
Erdogan di peyama xwe ya bidîmen a bi boneya sala nû da hêvî kir ku 2018 bixêr derbas bibe.
Erdogan diyar kir ku wekî Serokomar wî di 2017an da li seranserê welat bo 51 bajarî 64 ziyaret pêkanî. Erdogan bal kişand ku wî timî hewl da ku bi gel ra were cem hev û bi wan ra hasbihal bike.
Serokomar Erdogan herwisa bal kişand ku wî di nava salê da dîsa bo 25 welatî 34 ziyaret pêk anî û wiha got, "Me hewl da ku em welatê xwe di qada navneteweyî da bi awayê herî baş temsîl bikin."
- "Me hemû êrîş têk birin"
Erdogan diyar kir ku sala 2017an herwiha bi têkoşînin dijî rêxistinên terorê ra derbas bû û wiha got, "Di sala 2017an da FETO û PKK di serî da di têkoşîna dijî rêxistinên terorê da me gevên pir girîng avêtin û bi taybetî jî di warê aboriyê da em bi êrîşên cidî ra rûbirû bûn. Hemd ji Xwedê ra bi feraseta gelê me, bi dîrayeta hikûmeta me û bi alîkariya dostên me va me ev êrîş hemû têk birin."
- "Meseleya Qudsê bûye mîna azmûnekê"
Serokomar ji bo rûdanên der barê Qudsê da jî wiha got, "Meseleya Qudsê ji bo welatê me, ji bo herêma me û ji bo hemû misilman û mezlûmên li çarheqalê dinyayê bûye mîna azmûnekê. Gava ku Amerîkayê avêt ji xeynî Îsraîlê li tu welatî reng venedaye, bereksê wê bûye wesîleya xêrê ku Qudis wekî paytexta Filistînê bê ragihandin. Ji ber sekna wan a çik û helwesta wan a samîmî ya di vê mijarê da ez spasiya hemû gelê xwe dikim."
- "Hilbijartinên li pêşiya me ji bo dahatûya welatê me pir girîng in"
Erdogan axaftina xwe wiha dewam kir, "Hilbijartinên herêmî yên ku di adara 2019an de çêbibin û hilbîjartînên serokomariyê û yên parlamenteran yên ku di meha mijdarê de çêbibin ji bo dahatûya welatê me pir girîng in. Ez ji hemû welatiyên me dixwazim ku bila ew kadroyên ji bo dahatûya gelê me hedefên wan, kelecana wan û projeyên wan hene xwedî derkevin, rê nîşanî wan bidin. Di vê pêvajoyê de li hember navtêdanan û fîtkirinan divê em hişyar bin, divê tu caran em destûrê nedin yên ku dixwazin me berî hevdu bidin.
Sala pêşiya me em dizanin ku him li derveyî welêt him li welêt dîsa geşedanên pir girîng li benda me ne. Ji bo ku em welatê xwe xurt bikin, em ê wek dewlet-millet hevakariyê bikin û ji bo tengasiyên ku wê derkevin pêşiya me, em ê şev û roj xebata xwe bidomînin. Me sala çûyî bi cîhana me ya kar ra seferberiya îstixdamê da destpêkirin û me biryar da ku ev seferberî wê îsal zêde bibe. Heta ku bêkarî bi temamî ji rojeva welatê me derkeve înşeallah em ê van xebatan bidomînin."
Erdogan hêviya xwe ya wekî sala 2018an ji bo welatî û hemû mirovahiyê xweş derbas bibe, dubare kir û wiha got, "Bi hêviya ku di sala nû da hemû êş, keder, zilm û bêedaletî bidawî bibin û herwiha bi hêviya ku em li dinyayeke ku xweşî û dewlemendî lê serwer e, werin cem hev, ez hezkirin û rêza xwe pêşkêşî we hemûyan dikin. Bimînin di nava xêr û xweşiyê da."