30 Adar 2018•Rojanekirin: 30 Adar 2018
ANKARA
Serokomar Erdogan: "Gotina ku 'em dikarin di navbera Tirkiye û SDGê da navbeynkariyê bikin' heger rast be, gotineke ji hedê xwe der e."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li navenda giştî ya partiya xwe di Civîna Serokên Bajaran ya Berfireh da axivî.
Erdogan di xeberdana xwe da bal kişand ser operasyona MÎTê ku li Balqanan dijî endamên FETOyê hat kirin û wiha got: "Herî dawîn Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî bi hevkariya îstixbarata Kosovayê li Balqanan 6 endamên FETOyê yên payebilind ku nûner in qefaltin û anîn teslimî teşkîlata me ya ewlehiyê kirin. Me gotibû ku wê ew birevin û em ê jî bidin pey wan û biqefêlin û bînin. Em ê li vir hesab ji wan bipirsin."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan der barê rêjeya pêşketina aboriya Tirkiyeyê da wiha got: "Rêjeya pêşketina me ji sedî 7,4 e û di nav dewletên G20an da ku ji sedî 85ê aboriya dinyayê temsîl dike em di rêza yekemîn da ne."
Serokomar Erdogan ji bona rewşa dawîn ya operasyona li Efrînê tê meşandin da wiha axivî: "Di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da heta niha 3 hezar û 800 terorîst hatine berterefkirin."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan diyar kir ku di navbera Sîncar û Qendîlê da ferq tuneye û wiha got: "Sîncar alternatîfeke Qendîlê ye. Ji bona me Qendîl û Sîncar eynî ne. Ji ber vê jî heta ku Sîncar navê wan çi dibe bila bibe ji rêxistinên terorî bê paqijkirin wê ev dewam bike. Loma jî dibe ku em şevekê ji nişkêva biçin wir jî."
Erdogan destnîşan kir ku ji bona hin operasyonên din jî xebat dewam dikin û wiha got: "Wekî Eyn el Ereb, Tel Ebyed, Resûleyn û Hesekeyê em herêmên ber bi sînorên Iraqê va ji bona ji terorê bên paqijkirin amadehiyan dikin."
Erdogan di xeberdana xwe da wiha got: "Kesên ku ji berê da endamên rêxistina terorî li welatê wan bi serbestî dixebitin duh careke din endamên rêxistinê qebûl kirin. Divê baş bizanibin ku ev dijî Tirkiyeyê tê meneya neyartiyê."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan diyar kir ku şerê dijî terorê di navbera Tirkiye û hikÛmeta Bexdayê da meseleyeke hevpar e û wiha peyivî: "Li ser axa Iraqê rêlibergirtina xebatên rêxistina terorî ji bona me û hikûmeta Bexdayê meseleyeke hevbeş e. Heger bixwazin em dikarin di vê mijarê da bi Iraqê ra bixebitin."
Serokomar Erdogan li ser pêşniyaza navbeynkariyê ya Fransayê wiha axivî: "Gotina ku 'em dikarin di navbera Tirkiye û SDGê da navbeynkariyê bikin' heger rast be, gotineke ji hedê xwe der e. Hûn kî ne ku dibêjin em dikarin di navbera rêxistina terorî û Tirkiyeyê da navbeykariyê bikin."
Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Terorîstên ku ji Sûriye û Iraqê direvin û bi cesareta ku ji polîtîkayên Fransayê digirin li wir bi cî dibin dema pirgirêk derkeve hêvî dikim ku Fransa ji me alîkarî nexwaze."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku rêxistina terorî û Hêzên Demokratîk yên Sûriyeyê eynî ne û wiha peyivî: "Ey Rojava, rêxistina terorî û Hêzên Demokratîk yên Sûriyeyê ku hûn jê ra dibêjin 'SDG' eynî ne. Hûn dixwazin bi wan me bixapînin. Li qisûrê mêze nekin em bingeh û hucreyên wan nas dikin. Loma jî hûn nikarin me bixapînin. Kunyeya hemûyan di destê me da heye. Hûn di nav 24 saetan da navê wan biguherînin jî em wan nas dikin."