Abdullah Tel
12 Gulan 2017•Rojanekirin: 13 Gulan 2017
WASHINGTON
Koalîsyona dijî DEAŞa rêxistina terorê ya di pêşengiya DYAyê da diyar kir ku wan Bendava Tebqayê, bajarê Tebqayê û balafirgeha nêzî wê vala kir û di 10ê gulanê da bi tevahî radestî Koalîsyona Ereb a Sûriyeyê û şirîkê wê Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD) ya PYD/PKKya rêxistina terorê ji hêzên wê yên sereke ye kir.
Operasyona Hêza Wezîfeya Yekbûyî ya Biryardariya Siruştî di daxuyaniya xwe da ragihand ku Koalîsyona Ereb a Sûriyeyê û şirîkê wê HSD karê xilaskirina Bendava Tebqayê, bajarê Tebqayê û balafirgeha nêzî wê di 10ê gulanê da temam kir.
Daxuyaniyê da hat gotin ku HSD ji bo parastina sivîlan û binesaziya bendava Tebqaya hewcedariya av, avdan û ceyranê ya qismekî gelê Sûriyeyê hel dike hewl da û DEAŞê jî ev yek qebûl kir û bajar teslîm kir.
Hat gotin ku di operasyona Tebqayê da 70 milîtanên DEAŞê hatin kuştin.
DYAyê di meha adarê mensûbên HSDyê bi helîkoptêran derbasî başurê Tebqayê kiribû û bi helîkoptêrên êrîşê yên modela wan Apacheye jî ji hewayê piştgirî dabû û operasyona Tebqayê dest pê kiribû.