30 Adar 2018•Rojanekirin: 30 Adar 2018
ANKARA
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan: "Sîncar alternatîfeke Qendîlê ye. Ji bona me Qendîl û Sîncar eynî ne. Ji ber vê jî heta ku Sîncar navê wan çi dibe bila bibe ji rêxistinên terorî bê paqijkirin wê ev dewam bike. Loma jî dibe ku em şevekê ji nişkêva biçin wir jî."
"Wekî Eyn el Ereb, Tel Ebyed, Resûleyn û Hesekeyê em herêmên ber bi sînorên Iraqê va ji bona ji terorê bên paqijkirin amadehiyan dikin."
"Herî dawîn Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî bi hevkariya îstixbarata Kosovayê li Balqanan 6 endamên FETOyê yên payebilind ku nûner in qefaltin û anîn teslimî teşkîlata me ya ewlehiyê kirin. Me gotibû ku wê ew birevin û em ê jî bidin pey wan û biqefêlin û bînin. Em ê li vir hesab ji wan bipirsin."
"Rêjeya pêşketina me ji sedî 7,4 e û di nav dewletên G20an da ku ji sedî 85ê aboriya dinyayê temsîl dike em di rêza yekemîn da ne."
"Di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da heta niha 3 hezar û 800 terorîst hatine berterefkirin."
"Kesên ku ji berê da endamên rêxistina terorî li welatê wan bi serbestî dixebitin duh careke din endamên rêxistinê qebûl kirin. Divê baş bizanibin ku ev dijî Tirkiyeyê tê meneya neyartiyê."
"Li ser axa Iraqê rêlibergirtina xebatên rêxistina terorî ji bona me û hikûmeta Bexdayê meseleyeke hevbeş e. Heger bixwazin em dikarin di vê mijarê da bi Iraqê ra bixebitin."
"Hûn kî ne ku dibêjin em dikarin di navbera rêxistina terorî û Tirkiyeyê da navbeykariyê bikin."