İbrahim Atmaca
21 Mijdar 2018•Rojanekirin: 21 Mijdar 2018
DIYARBAKIR
Meteorolojiyê ji bo 6 bajaran hişyariya barana gur da.
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Texmîn û Hişyariyê ya Herêma Diyarbekirê ya Midûriya Herêma 15emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li gor texmînên herî dawîn sibê li Hekarî, Şirnex, Mêrdîn, Batman û derdora Sêrtê û li navçeyên başûr û rojhilatê yên Diyarbekirê baraneke gur û tavî, li deverên bilind ên Hekarî û Şirnexê jî şilope û berf tê payîn.
Di daxuyaniyê da ji bo rewşên neyênî hişyarî hat dayîn ku welatî tevdîra xwe hildin û baldar bin.