19 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2016
BÎTLÎS
Odeya Ticaret û Pîşesaziyê ya Bedlîsê bertek nîşanî hewldana derbeyê ya FETOyê da.
Serokê Odeya Ticaret û Pîşesaziyê ya Bedlîsê Davut Tezcan daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş ku li 81 bajaran hat dayîn xwendin û destnîşan kir ku di şeva 15ê tîrmehê da li dijî saziyên neteweyî û demokrasiyê êrîşeke bêbext hat kirin.
Tezcan diyar kir ku gel xwedî li sandoq û demokrasiyê derket û bertek nîşanî hewldana derbeyê da û wiha xeberda: "Gelê tirk ji ber ku li demorasiyê xwedî derket vê hewldana bêbext têk çû. Divê hemû sazî, partiyên siyasî, saziyên çapemeniyê û civaka sivîl kêfxweş be ku bi helwesteke hevpar li dijî hewldana derbeyê sekinînin. Di serî da Serokomar, Serokê Meclisê, Serokwezîr û hemû partiyên siyasî pîroz dikin ku li dijî derbekaran sekinînin."