12 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2016
TBMM
Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag daxuyand ku di êrîşa terorê ya li Stenbolê de jê 36 polês, 8 sivîl bi giştî 44 kes mirin.
Di Lijneya Giştî ya TBMMyê de budçeyên Wezareta Tenduristî, Wezareta Teknolojî, Pîşesazî û Zanistê û ya Yekîtiya Ewropayê ya 2017an hat axaftin.
Parlamentera Stenbolê ya HDPê Fîlîz Kerestecîoglu behsa êrîşa terorê ya li Stenbolê kir û got ku dewlet divê tevdîran zêde bike.
Kerestecîoglu operasyonên li ser HDPê jî rexne kir.
Li ser vê Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag got ku jê 36 polês, 8 sivîl bi giştî 44 welatî mirin û wiha axivî: "Gotineke min Birêz Kerestecîoglu re heye. Ji kerema xwe di bin vê banê de em dilsoz bin û hevdu nexapînin. Teklîfeke min a hêsan ji we re heye. Musebbîbê van êrîşên xayîn a ku dilê me hemûyan êşand diyar e. Rêxistina terorê PKK ye. Li ser kursiya Meclisê hûn dikarin vê hevokê bibêjin? Ez rêxistina terorê ya nemerd PKKê û yên ku piştgiriyê didin wê şermezar dikim". Vê hevokê dubare bikin. Ji nav we yek bila vê hevokê dubare bike, lê we carekê jî nekir."
"Eger ev êriş ji aliyê TAKê va hatiye kirin ez bi tundî şermezar dikim"
Kerestecîoglu li ser gotina Wezîr Akdag derkete li ser kursiyê û wiha got: "Ev 40 sal in hûn bi siyaseta "Hûn şermezar dikin an şermezar nakin" ve welêt bi rê ve dibin. Ev bûyer bi rastî jî heke TAKa ku dibêje wî ev bûyer kiriye ve hatibe kirin ez bi nefretê û bi tundî vê şermezar dikim."