İbrahim Atmaca
26 Îlon 2018•Rojanekirin: 26 Îlon 2018
ANKARA
Tîma A Millî ya Basketbola Jinan ku di Kupaya Dinyayê ya 2018 FIBAyê da dileyîze, di pêşbirka seba fînala çaryek da wê bi Fransayê ra bileyîze.
Turnuva li Tenerîfeya bajarê Spaniyayê hat lidarxistin û Tirkiyeyê Gruba Byê di rêza 3yem da temam kir û reqîbê wê kifş bû.
Fransa li hember Kanadayê 71-60 têk çû Gruba Ayê di rêza 2yem da temam kir û bû reqîbê Tirkiyeyê.
Ji herdu tîman kîjan qezenc bike, wê derkeve fînala çaryek. Pêşbirk wê sibê li gor saeta Tirkiyeyê di 19.30î da dest pê bike.