07 Tebax 2016•Rojanekirin: 08 Tebax 2016
ÎSTANBUL
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî di mitînga "Demokrasî û Şehîdan" a ku di bin himayeya Serokomariyê de bi piştgiriya Walîtiya Stenbolê û Şaredariya Mezin a Stenbolê li Qada Mitîngê ya Yenîkapiyê hat kirin de axivî.
Bahçelî got ku gelê tirk digel hemû lîstikên ku hatin lîstin bi wêrekî serbilind sekinî û dersa xaînan da wan hedê terorîstan da zanîn û got ku "Ez bextewar im lewra Tirkiyeya ku rabûye şah mêze dikim. Kêfxweş im lewra milet li vê derê ye, îrade û bawerî li vê derê ye. Qudreta milî ya ku têk naçe, serê ku xwar nabe, milê nayê tewandin li vê meydanê ye."
- "Hereketa dijber a ji nû ve ya kesên me zen dikir ku xeniqîne ye"
Bahçelî destnîşan kir ku teşebûsa derbeyê ji aliyê rêwiyên rêya tarî ve hat kirin û wiha axivî:
"Hewla derbeyê ya FETOyê ku di 15ê tîrmehê da hat kirin, hewleke nû a kesên ku 627 sal berê li Kosovayê têk çûne. Serhildana kesên ku 620 sal berê li Nîgboluyê têk çûne. Tevgera kesên ku 572 sal berê li Varnayê, 563 sal berê li Stenbolê û 490 sal berê li Mohaçê ku me wisa zen dikir di xwîna ku rijandin da xeniqîne. Kesên ku di 15ê tîrmehê da Meclisê, saziyên ewlehiyê û îstixbaratê bombe kirin û welatiyên me yên sivîl û mesûm qetil kirin, ew kes in ku 101 sal berê li peravên Çanakkaleyê gule berdan me û rêwiyên heman rêya tarî ne."
- "FETO qelbê Tirkiyeyê nîşan girt"
Bahçelî destnîşan kir ku teşebûsa derbeyê ceribandineke îstilayê ya nû ye, qireke nû û hemleyeke nû ya qirkirinê ye û wiha axivî:
"Bizanibin ku 15 Tîrmehê hewla ji nû va dagirkirinê bû, hewla xerakirinê û qirkirinê bû. Ew planên ku di Mondrosê da çarçoveya wan hat kifşkirin û di Sewrê da xwestin bidin qebûlkirin di 15 Tîrmehê da careke din diyar bû. Gotina av disekina neyar nasekine careke din rast derket. Xayîn û kesên emperyalîst vê carê jî bi cil û bergên eskerên tirk da xwe nîşan dan û berê çekan dan miletê, derfetên miletê bikaranîn û xwestin derbeya kuştinê deynin milet. Ew terorîstê ku wek alim û xoce xwe nîşan dide ji Pensîlvanyaya xwe spartiyê bi seansên diayan, gotinên nifirî, nobetên hêrsê va ji rêxistina xwe ya cinayetê ra emir kir ku bila li Tirkiyeyê xin. Neyariya vî waîzê ku rihê xwe firotiye şeytan û ev Vodvoda bi munafiqî û fitneyê reqor serobin kir. Ew FETOyê ku navbeynkariya xaçparêzan nîşan girt nav dilê Tirkiyeyê."