29 Hezîran 2016•Rojanekirin: 29 Hezîran 2016
ANKARA
Serokomar Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn li ser têlefonê xeberdan. Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokomariyê hatin hildan xeberdan baş derbas bû.
Hat ragihandin ku di peywendiya telefonê ya di navbera Serokomar Erdogan û Serokê Rûsyayê Putîn da, mijarên weke vejenîna têkiliyên dualî û têkoşîna hevbeş a dijî terorê hatine gotûbêjkirin û wê ber dewam di van mijaran da di îrtîbatê da bin."
Hat ragihandin ku Serokomar Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn di axaftina li ser têlefonê da li ser girîngiya normalbûna pêwendiyên dualî yên Tirkiye-Rûsyayê sekinîn, bal kişandin ser girîngiya pêngavên ji nû va vejandina pêwendiyên dualî û hevkariya di warê siyasî, aborî û krîzên mirovî da.