04 Hezîran 2018•Rojanekirin: 05 Hezîran 2018
DIYARBAKIR
Prof. Dr. Mustefa Muslîmê kekê Salih Muslîm ê serkirdeyê PYD/PKKya rêxistina terorî got: "Erdogan merivekî misilman û mumîn e. Merivekî misilman û mumîn li ser sozê xwe disekine. Ji ber vê yekê divê hemû Kurd di vê qonaxê da piştgiriyê bidin Erdogan."
Ji avakarên Zanîngeha Zehrayê Prof. Dr. Muslîm bi rîspiyan ra beşdarî bernameya fitarê ya ku li Navenda Fuarê ya Diyarbekirê ya TUYAPê hat lidarxistin û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdar bû, bû û piştra pirsên AAyê bersivandin.
Muslîm got ku Waliyê Gazîantebê Alî Yerlîkaya ew dewet kiriye.
- "Em ji bo îrşada gelê Efrînê destûrê dixwazin"
Muslîm diyar kir, ew ji bo ku bi hin merivan ra were bal hev û hin mijaran guftûgo bike, beşdarî vê fitarê bû û wiha dewam kir: "Ez bangî hemû birayên xwe yên Kurd ên Tirkiyeyî û Sûriyeyî dikim; ev xwîna han a ku dirije badilhewa ye, êdî bes e. Rijandina xwînê ne di Îslamiyetê da heye, ne di însaniyetê da heye, caîz nîne. Divê em firsendê nedin ku hinek me wek destiyê dasê bi kar bînin û divê em birayên xwe yên Misilman nekujin."
Muslîm bal kişand ser yekîtiya navbera misilmanan û wiha dewam kir:
"Ji bilî misilmanan tu kes tuneye ku mafên Kurdan bi heqî bide. Ji ber vê jî divê em piştgiriya misilmanên ku îqtidar di destê wan da ye, bikin. Mafên wek azadiya axaftinê, mafê perwerdeyê, mafê avakirina zanîngehê înşeallah wê bi saya serê misilmanan çêbibe. Bi çekê meriv nikare xwe bigihîne derekê û bi misilmanan ra bibin yek. 20 sal berê qedexe bû ku meriv bigota ez Kurd im. We nikaribû 20 sal berê li bazarê, sûkê bi Kurdî xeber bida. Lê şikir ji Xwedê ra êdî televîzyon û rojnameyên Kurdan hene. Heke misilman bibin yek, wê di nav pêvajoyê da mafên xwe yên din jî bi dest bixin."
Muslîm diyar kir ku pêdiviya gelê Efrînê bi hişyarkirinekê heye û wiha dewam kir: "Gelê Efrînê 50 sal e heman xeletiyê dike. Li Sûriyeyê komunîzm cara ewil li Efrînê derket. Wê demê tu alim û mela tunebûn ku dîn û diyanetê fêrî wan bikin. Niha jî em wek alimên Kurd dixwazin ku herin Efrînê û gel îrşad bikin. Heke destûr were dayîn, em ê jî herin wê derê û şaşî û xeletiyên wan ji wan ra bibêjin û rêya rast nîşanî wan bidin da ku vegerin Îslamê."
- "Divê Kurd hemû piştgiriyê bidin Erdogan"
Muslîm diyar kir, ew bawer dike ku Erdogan wê sozê daye Kurdan bi cih bîne û wiha dewam kir: "Lewra Erdogan merivekî Misilman û mumîn e. Merivekî Misilman û mumîn li ser sozê xwe disekine. Ji ber vê yekê divê hemû Kurd di vê qonaxê da piştgiriyê bidin Erdogan."
Ji fikr û ramanên wî yên dijber, Hafiz Esed ji Sûriyeyê sirgûn kir û piştî salan vegeriya Sûriyeyê, lê ji ber tehdîda PYDya rêxistina terorî ku birayê wî Salih Muslîm jî di nav rêvebirên wê da ye, mecbûr ma û barî Tirkiyeyê kir.
Muslîm li Tirkiyeyê Zanîngeha Ez Zehrayê ava kir û rektorê wê ye. Li bajarên wek Cerablûs û El Babê ku bi destê Artêşa Tirkiyeyê ji terorê hatin safîkirin, di bernameyên perwerdeyê da wek wezîfedarê hîndekariyê dixebite.