29 Îlon 2016•Rojanekirin: 30 Îlon 2016
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Mehmet Şîmşek bû mêvanê Maseya Edîtoran ê Ajansa Anadoluyê (AA).
- "Çi hewce bike em ê bikin"
Şîmşek behsa bûyerên dawîn li Tirkiyeyê, aboriyê û biryara Moddysê kir.
Şîmşek der barê biryara pêşniyaza dirêjkirina dema OHALê ya MGKyê de got ku çi hewce bike hikûmetê bike û wiha axivî: "Ev biryar wê maf û azadiyên bingehîn ên welatiyên me hilde bin garantiyê, aramî, aştî û biratiya welatê me wê xurttir bike. Ji ber vê pêşniyaz hat kirin ku rewşa derasayî 3 mehên din jî bê dirêjkirin. Wek hikûmet helbet em ê li ser vê bisekinin û li gor wê çi hewce bike em ê bikin."
- "Negiring nîne lê belê dawiya dinyayê jî nîne"
Şîmşek behsa biryara Moody'sê kir û ji bo kêmkirina puana Tirkiyeyê jî wiha axivî: "Di demeke nêz da notê qrediyê yê Rûsya û Brezîlyayê jî hat daxistin. Piştî daxistina notê qrediyê rengvedana wê di bazarê da li Rûsya û Brezîlyayê li gor Tirkiyeyê zêdetir bû. Tesîra daxistina notê qrediyê li Rûsya û Brezîlyayê li gor Tirkiyeyê pirtir bû. Di bazara Tirkiyeyê da tesîra daxistina notê qrediyê xwe kêm hîskirin vê nîşan dide. Bingeha Tirkiyeyê li gor welatên din ên ku pêşva diçin zêdetir zexme."
Alîkarê Serokwezîr Şîmşek got ku ew nikarin bibêjin ku ev biryara Moody'sê negirîng e û wiha dewam kir: "Negiring nîne lê belê dawiya dinyayê jî nîne. Çima? Lewra veberhêner bi tenê li Moody's, S&P û Fîtchê mêze nakin. Ji xwe piyase ji saziyên krediyê zûtir û hem jî analîzên biqelite amade dikin, ji aliyekiî va jî para teqîb nakin."
- "Divê daraz nekeve bin tesîra îdeolojiyan"
Şîmşek behsa polîtîzebûna darazê kir û wiha got: "Di dema 15-25ê Kanûnê da me dît ku daraz çawa polîtîze bûye, li gor gel, zagon û destûra bingehîn hereket nake û 10 hezar kîlomêtro ji dûr va li gor telîmata hin kesan tevdigere. Divê pergala dadê were guherandin û bi lez û bez bixebite. Divê daraz neke bin tesîra îdeolojiyan û wiha tevnegere."
- "Tirkiye dê hemû kêşeyan çareser bike"
Şîmşek got ku piştgiriya gel ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkan pir girîng e û wiha axivî: "Heya ku piştgiriya xurt a miletê me hebe, heya ku yekîtî û tifaqa Tirkiyê hebe, heya ku îstiqrara siyasî berdewam be, Tirkiye dê hemû kêşeyan çareser bike. Emê nota krediya xwe careke din bilind bikin. Emê bixebitin, hewl bidin. Bi çavgirtinê roj naqulube şevê."
Alîkarê Serokwezîr Şîmşek behsa Standard and Poor'sê jî kir û wiha axivî: "Bi rastî daxistina notê ya ji hêla Standard and Poor'sê va li ser saziyên din zexta berjêrkirinê kir. Xwezî bi me ra têkilî danîna. Me yê ji wan ra qala tesîrên derbeyê bikira û ji ber vê jî belkî Standard and Poor's evqas zû tevnedigeriya. Lê paşê ew hatin Enqereyê. Di hevdîtinan da ez li gor çavnêriyên xwe dibêjim ew wê helwesta xwe ya zû tevgerînê pir razî nînin. Dibe ku nirxandineke nû di meha sermawezê da bê rojevê."