ANKARA
Wezîrê Maliyeyê Şîmşek diyar kir ku personelên kontrolê di 9 mehên salê de bi 5,3 milyar lîreyî kêmbûna bacê tespît kirine û ji bo mukellefên bûne sedema vê kêmbûnê jî 10,6 milyar lîre ceza hatiye birîn.
Şîmşek lêkolîn û xebatên Saziya Kontrola Bacê (SKB) ya ku di nav 9 mehên salê de hatine kirin ji nûçegihanê AAyê re nirxand.
Şîmşek diyar kir ku di hemû sektoran de lêkolîn û kontrola bacê tê kirin û rê li ber windabûna bacê digirin. Piştî lêkolînên ekîban ên ji bo bacê di 9 mehên salê de kêmbûna bacê ya 5 milyar û 322 milyon û 727 hezar lîreyî hatiye tespîtkirin. Şîmşek destnîşan kir ku ji bo mukellefên vê bacê jî 10,6 milyar lîre ceza hatiye birîn.
Şîmşek bal kişand ser reqamên sala çû jî û diyar kir ku di sala 2012an 4,5 milyar lîre windabûna bacê hatiye tespîtkirin û 8,8 milyar lîre jî cezayê bacê hatiye birîn.