Muhammet Kurşun
21 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2017
GAZÎANTEP
Cîgirê Serokwezîr yê ji Aboriyê Berpirsiyar Mehmet Şimşek der barê rewşa Kurdan li Tirkiyê de got: "Ez jî birayekî we yê Kurd im. Li Tirkiyê cudatî tuneye. Dibe ku di paşerojê de hin xeletî çêbûbin, lê Erdogan ev bidawî anîn. Di warê heq û azadiyan de gelek pêşketin çêbûn lê PKKê çek dananîn û zilm li xelkê kir."
Mehmet Şimşek li Korbenda Veberhênan û Kar ya Iraq-Entabê axivî û bal kişand ser firsendên aborî û civakî yên di navbera herdu welatan de.
Wezîr Şimşek li ser êrişên rêxistina terorî DEAŞê sekinî û got rojên geş li ber Iraqê ne.
Şimşek diyar kir ku potansiyeleke mezin ya Iraqê heye û dewlemendiya wê ya binerdê jî pir bihêz e û wiha axivî:
"Înşellah emê bi hev re careke din Iraqê rakin ser piyan. Ji bo vegere wê medeniyeta xwe ya muhteşem emê hevkariyê bikin."
Herwiha bibîr xist ku Entab jî navendeke giring a ticaretê ye û ji vî aliyî ve dê xebateke baş were meşndin.
Şimşek got Tirkiyê di 10-15 salên dawîn de 100 milyar dolar li jêrxaneyê xerc kiriye û di warê esman, beja, hesin û deryayê de gavên baş avêtine.
Herwiha anî ziman ku dê Tirkiye di mijara maf û azadiyan de pêngavan bidomîne û wiha dewam kir:
"PKK bi qasî me problemeke Iraqê ye jî. Loma divê em hevkariyê bikin. Ez jî birayekî we yê Kurd im. Li Tirkiyê cudatî tuneye. Dibe ku di paşerojê de hin xeletî çêbûbin, lê Erdogan ev bidawî anîn. Di warê heq û azadiyan de gelek pêşketin çêbûn lê PKKê çek dananîn û zilm li xelkê kir."