29 Îlon 2016•Rojanekirin: 30 Îlon 2016
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Îbadî got ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên li welêt hevkariya rêvebiriya Bexda û Herêma Kurdistana Iraqê girîng e.
Serokê HKIyê Mesûd Barzanî ji bo hevdîtinên fermî hat paytext Bexdayê. Îbadî û Barzanî piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.
Îbadî got ku di hevdîtina bi Barzanî ra li ser operasyona rizgarkirina Mûsilê û pirsgirêkên aborî yên li welêt sekinîne û wiha dewam kir: "Li Iraqê çi ereb çi kurd hemû alî bi pirsgirêka aborî û ewlehiyê ra rûbirû mane. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan hevkariya rêvebiriya navendî û rêvebiriya Kurdistanê girîng e."
- Bi pêşmergeyê ra koordînasyon
Îbadî wiha axivî: "Divê hemû karmendên girêdayî rêvebiriya navendî û Herêma Kurdistanê di nav şert û mercên baş da bijîn, herwiha ji bo wekheviya wan bar dikeve stûyê me jî. Divê em pirsgirêka neftê ya li Kerkûk û herêmên din jî çareser bikin. Neft û xaz ya hemî iraqiyan e."
Îbadî got ku amadehiyên ji bo operasyona xilaskirina Mûsilê li ber qedandinê ye, cardin destnîşan kir ku koordînasyona hêzên ewlekariyê û pêşmergeyan bi rêk û pêk e.
-Em ê DAEŞê ji welatê xwe derxin
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Barzanî got: "Hedefa me ya yekemîn ew e ku em terora DAEŞê ji welatê xwe derxin"
Barzanî got ku em ê hemû axa welatê xwe ya di destê DAEŞê da xilas bikin û diyar kir ku digel Îbadî bi awayekî dostane li ser mijarê sekinîne û wiha pê da çû:
"Di nav pêşmerge û hêzên ewlehiyê da koordînasyonek têkûz û xweş heye. Ji bo xilaskirina Mûsilê plana me ya hevpar heye. Pêşeroja gelê Mûsilê biewle ye. Ew ê ji zulma DAEŞê xilas bibin."
Barzanî got ku digel Îbadî di serî da qeyrana aboriyê li ser çareseriya hemû pirsgirêkan li hev kirine û wiha dewam kir: "Ji bo çareserkirina pirsgirêka neft û xazê jî hewldanek heye. Sedema hatina me ya Bexdayê ev bû. Me xwest em nîşan bidin ku ji bo çareserkirina hemî pirsgirêkan em amadene."