29 Îlon 2016•Rojanekirin: 30 Îlon 2016
VAN
Li Erdîşa navçeya Wanê êrîşên rêxistina terorê PKKyê hatin protestokirin.
Nûnerên hin rêxistinên sivîl, AK Partî, MHP, HUDA-PAR û Partiya Saadetê tevî welatiyan li pêşiya Mizgefta Kara Yusuf Paşa kom bûn û êrîşên terorê yên rêxistina terorê PKKyê yên li rojhilat û başûrê rojhilatê Anadoluyê û herwisa êrîşa wê ya ku plan dikir bi komyoneke bombebarkirî bike, protesto kirin.
Li ser navê grûbê esnaf Fatih Gurses daxuyanî da û wiha got, "Emê rê nedin ku memleketê me di nava xwînê da bihêlin û hizûr û aramiya gel têk bidin."
Piştî daxuyaniyê esnafê bajêr alaya Tirkiyê bi kargehên xwe va daliqandin û bertek nîşanî terorê dan.