24 Gulan 2016•Rojanekirin: 24 Gulan 2016
ANKARA
Di operasyona dijî rêxistina terorê da, di 10 mehên dawîn da, yên li bakûrê Iraqê jî di nav da bi tevahî 7 hezar û 78 terorîst hatin kuştin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat hildan, operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê dewam dikin.
Di operasyonên li welêt da, ji 24ê tîrmeha 2015an vir va 2 hezar û 583 terorîst hatin kuştin, 109 terorîst birîndar hatin qefaltin. Hejmara yên hatin qefaltin derket 731ê û 214 terorîst jî teslîm bûn.
Êrîşên asmanî birin ser bakûrê Iraqê, di 2015an da hezar û 335 terorîst mirin, 310 terorîst birîndar bûn. Di sala 2016an da 31 terorîst mirin, 328 terorîst birîndar hatin qefaltin. Di heman serdemê da, 437 terorîst li derveyî welêt teslîm bûn.