31 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2018
HATAY
Endamên PYD/PKKya rêxistina terorê ji Efrîna Sûriyeyê du roket avêtin Reyhanliya navçeya Hatayê û du kes birîndar bûn.
Roketa ji Efrîna ku Artêşa Tirkiyeyê lê Operasyona Çiqlê Zeytûnê dike hat avêtin, li taxa Gultepeyê li dîwarê baxçeyê malekê ket. Piştî demekê dîsa roketek hat avêtin û ew jî li heman taxê li maleke dinê ket.
Di herdu bûyeran de jî gelek polês, tîmên agirkuj û tenduristiyê hatin cihê bûyerê.
Du kesên ku di êrîşê de birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê.
Malên ku roket lê ketin û wesayîtên ku li cihê bûyerê bûn, zirar dîtin.
Hêzên ewlekariyê li cihê bûyerê lêkolînê dikin.