30 Nîsan 2016•Rojanekirin: 01 Gulan 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Erdogan: "Di mijara terorê da jî em dibînin ku cudakariyê dikin û dualî mêze dikin. Mêze bikin em dibêjin 'PYD rêxistina terorê ye', 'YPG rêxistina terorê ye'. Tiştekî ecêb e Wezîrê Parastina DYAyê tiştekî dibêje, ji aliyê din va berdevk tiştekî din dibêje. Wê ev gel navika xwe bi xwe bibire. Çareyeke din tuneye."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî bernameya "Salvegera Damezirandina 65emîn a Komeleya Belavkirina Îlmê" ya ku li Navenda Kongreyê ya Halîçê bû û li vir xeberda.
Sekomar Erdogan diyar kir ku di mijara terorê da cudakarî tê kirin û wiha got: "Di mijara terorê da jî em dibînin ku cudakariyê dikin û dualî mêze dikin. Mêze bikin em dibêjin 'PYD rêxistina terorê ye', 'YPG rêxistina terorê ye'. Tiştekî ecêb e Wezîrê Parastina DYAyê tiştekî dibêje, ji aliyê din va berdevk tiştekî din dibêje. Dibêje 'Em YPG û PYDyê wek rêxistinên terorê nabînin'. Ev tiştekî çito ye? Dema ku em bi wan ra xeberdidin tiştekî dibêjin lê belê dema ku pişt li me dikevin tiştekî din dibêjin, ev tiştên cuda dibêjin. Wê çaxê eva mileta ew ê navika xwe bi xwe bibire. Çareyeke din tuneye."
Erdogan di xeberdana xwe da diyar kir ku helwestên 100 sal berê îro jî dewam dikin û wiha dewam kir: "Kesên ku xwestin herêmê li gor xwe dîzayn bikin, çawa wê demê saziyên çapemenî û ragihandinê wek çek emilandin, 100 sal şunda jî heman tiştî îro dikin. Em di meseleya Sûriye, Iraq û Rojhilatê Başûrê Anadoluyê da heman helwestê di nûçe, manşet û kampanyayên medyaya civakî da dibînin û her roj dibin şahid."
Serokomar Erdogan diyar kir ku endam û alîgirên rêxistina terorê û Rêxistina Paralel bi heman awayî tevdigerin û wiha got: "Endam û alîgirên rêxistina terorê ya cihêxwaz him li derveyî welêt û him jî li nav welêt li dijî Tirkiyeyê çi hebe serî dikşînin. Niha jî endamên şebekeya bêbextiyê ku em jê ra dibêjin Rêxistina Dewleta Paralel di heman rewşê da ye. Tu ferq tuneye. Ev rêxistin li kîjan dewleta dinyayê xwedî derfet be hêz û endamên xwe li dijî dewlet û miletê me seferber kiriye."
Erdogan di axaftina xwe da wiha got: "Kesên ku alayên rêxistina terorê di destê xwe da digerînin, alîgirên rêxistinên ermeniyan û endamên Rêxistina Paralel bi hev ra dikevin milên hev û li dijî welatê me sloganan diavêjin, xwepêşandanan dikin. Dema ku firsendê bibînin êrîş dikin. Ji bo vê ez her tim dibêjim 'xwemalî', 'milî'. Heke helwesteke we ya xwemalî û milî tunebe wek Rêxistina Paralel hûnê rihê xwe û bedena xwe bidin bin emrê kesên din û aqilê we yê jî ji kîsê xelkê be, ew ê li dijî welatê we, we bidin qîrandin, hûnê li dijî welatê xwe çekdar bibin."
Serokomar Erdogan berdewamiya xeberdana xwe da got: "Ji bîr nekin li hemberî me rêxistineke ku ji berê zêdetir wargehan, malan vedike, ji ber zêdetir çalakiyan li dar dixe û xwe digihîne merivan heye. Şikur ji Xwedê ra ew pirsgirêkan hatin helkirin. Gunehê her însanekê bê guneh ê ku dikeve destê Rêxistina Paralel li ser histûyê me ye. Em mecbûr in ku zêde bixebitin, zêde xizmetê bikin, îmkanan çêkin û zarokên xwe ji destê wê şebekeyê xilas bikin û zarok nekevin destên wan."